
Îran/ Êrîşî Sûpaya Pasdaran hat kirin: 27 mirî
Teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û zêdetirî 40 kesan bûne qurbanî.
A+A-
Hat ragihandin ku teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û di encamê de 27 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, bombeyek bi otobuseke hêzên Supaya Pasdaran de teqiya.
Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku vê êvarê otobuseke ku têde hêzên parastina sînor hebûn, li ser rêya Xaş – Zahîdan bûne armanc û hejmarek ji hêzên Biryargeha Quds a hêzên bejahiyê yên Supaya Pasdaran jiyana xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne.
Piştî teqînê Rêxistina Ceyşul Edil berpirsyariya xwe di ber teqînê de ragihand.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin