Îran li dijî pêkanîna Navçeya Aram e
Komara Îslamîya Îranê li Rojavayê Kurdistanê li dijî pêkanîna Navçeya Aram e.
Komara Îslamîya Îranê djî pêkanîna Navçeya Aram e li bakurê Suriyê .
Peyivdarê wezareta derve ya Îranê ragihand , hewlên Emerîkayê bo pêkanîna Navçeya Aram li bakurê Suriyê kareke istfzazî û cihê dilgranîyê ye.
Ebas Musewî tekez kir ku ev karên Emerîkayê dibin sedema nearamîya navçeyê. Ji bilî wê jî destwerdane di karûbarên navxwe ya Suriyê de û sedema têkdana asayîşa navçeyê jî.
Peyivdarê wezareta derve ya Îranê got jî , reftarên Emerîkayê li bakurê rojhelatê Suriyê destidirêjîyeke eşkere ye bo ser yekparçeyî ya xaka Suriyê û serwerîya wî welatî û bi berevajî yasayên navdewlitî û peymanameyên Netewên Yekgirtî ye.
Li gor axiftina Mûsewî, divê nîgeranîyên Tirkiyê derbarê ewlehîya wê li ser sînûrên bakurê Suriyê bi rêkeftna Suriyê li gel Tirkiyê bê çareser kirin û welatên din nabe dest bixin di nav evê pirsê de.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin