Îran, malbata Jîna Emînî tehdîd dike
.
Piştî kuştina Jîna Emînî ya di 16 ê êlûna 2022an de, li seranserê Îranê û Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî dewam dikin û dewleta Îranê malbata Jîna Emînî bi mirinê tehdîd dike. Dewleta Îranê ji malbata Jîna dixwaze ku tevlî çalakiyan nebin û xwe ji çalakiyan dûr bigrin. BBC, li ser sînorê Herêma Kurdistanê bi pismamê Jîna Emînî bi Îrfan Mortzaî re axifî û Mortzaî weha got:
“Malbata me di bin zora rêvebirên Komara Îslamî de ye. Ji ber wê, em nikarin di rêya rêxistinên mafên mirovan an di rêya kanalên derve yên Îranê de biaxifin. Em nikarin di derbarê Jîna Emînî (Mahsa) de tiştekî an agahiyekî bidin.”
Mortezai, pêşmergê rêxistina Komelêye û ji bo Rûdawê axaftina xwe weha dewam kiriye:
“Jîna, miroveka normal bû û polîtîk nînbû. Rejîm her cûre senaryoyan çêdike û agahiyan qirêjî dike. Li gor wan; Jîna bi min re di nav têkiliyan de bû. Digotin ku min wê perwerde kiriye û ji bo xebata siyasî paşde şandiye. Ev, bi temamî derewe.
Ji ber tehdîdên ser malbatê, em ji ewlehiya endamên malbatê bi endîşe ne. Di bin îşkenca rejîma Îslamê de ne. Rêvebirên rejîmê me bi hesabên Instagramê yên sexte tehdîd dikin. Ji endamên malbatê re gotine eger tevlî çalakiyan bibin dê wan bikujin. Min jî her wext bi telefonê tehdîd dikin. Dibêjin eger min li bajêr bibînin, wê bibin û bikujin.”
Bavê Jîna, Emjad Emînî berê ji bo Rûdawê ragihandibû ku kesên bi Jîna re di binçav de bûn, jê re gotine ku polîs li serê Jîna xistiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin