Îran, sînora Başûrê Kurdistanê topbaran dike..Birîndar hene!
Topxaneya Îranê zozanên Hacî Omeran topbaran kir, ji ber topbaranê jî hejmarek koçer birîndar bûn.
A+A-
Rêvebirê Nahiya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ragihand, ji ber topbarana Îranê ji zozanên Hacî Omeran, hejmarek ji koçeran asê bûne û hejmareke mezin jî ji wê deverê bar kirine.
Hate zanîn, li Hacî Omeran zozanên li pişt Zînwê, geliyê Alane û Gundejor topbaran dike û li Sîdekan jî Berbizîn û Sinîn topbaran dike.
Hate gotin ji encama topbarana zozanên Hacî Omeran, çend koçer birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Her wiha koçeran têrikî zoan kiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin