Îran û Amerîka li Viyanayê dicivin
.
Roja Sêşemê li Viyanayê, Îran û Amerîka di derbarê rêkeftina atomî de dest bi danûstendinên ne rasterast bikin.
Roja Sêşema bê de li paytexta Awusturya Viyanayê careke din Iran û Amerîka di derbarê rêkeftina atomî de dest bi gotûbêjên ne rasterast dikin. Rêkeftina ku di 2015an de dinavbera Îranê û hejmarek ji welatên zilhêz de hatibû îmze kirin, yek ji wan Amerîka bû.
Ev gotûbêj bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa yê dê birêve biçin.
Berpirsekî pile bilind ê Yekîtiya Ewropa yê ragihand armanc ji wan gotûbêjan ewe ku ew di heyama du mehan de di navbera Amerîka û Îranê bighêjin rêkeftinekê.
Çavkaniyeke deplomsî yê Yekîtiya Ewropa yê ragihand ku Îran û Amerîka dê li heman bajarî bin lê ne di nava yek odê de bin.
Serokê berê yê Amerîkyê Donald Trump di 2018an de ji rêkeftina etomî ya ligel Îranê vekşiyabû û carekek din ceza bi ser Îranê de sepandibû.
Lê serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden hewl dide ligel Îranê careke din vegere wê rêkeftinê , lê di destpêkirina danûstandinan de Îran û Amerîka li benda hev dimînin kî ji wan destpêşxer be.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin