
Îran û Opozîsyona Sûriyê li hev kirin!
Li gor rêkeftinekê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, zêdetir ji 6 hezar xelkê her du gundên Şîe li parêzgeha Idlibê têne derxistin.
A+A-
Li gor ajansa “Reuters” çekdarên Îranî û yên Desteya Tehrîr El-Şamê ji bo gundên Şîenişîn ên li parêzgeha Idlibê “Kefriya û Foa” gihîştin rêkeftinekê.
Li gor rêkeftinê dora 6 hezar gundiyên Kefriya û Foa û 300 Elewiyên ku li cem Desteya Tehrîr El-Şamê girtî ne, ji wan her du gundan tên derxistin.
Li hemberê jî, rêjîma Sûriyê dê hezar û 500 sivîl û çekdarên opozîsyonê dê ji zîndanên xwe azad dike. Herwiha rêkeftin azadkirina 34 girtiyên li cem Hizbulaha Libnanî ne ku di dorpêça Medaya û Zebedanî girtine jî lixwe digire.
Çekdarên opozîsyonê dibêjin, rêkeftinên bi vî awayî, guhartina demografî ya bi zorê ji deverên Sunenişîn re ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin