Îranê 7 kolber kuştin!
Li Rojhilatê Kurdistanê êrişên pasdarên Îranê yên li ser kolberên Kurd berdewam dikin. Li gor agahiyan di heyama meha borî de 25 kolber bi gulleyên çekdarên Îranî hatin kuştin û birîndarkirin.
A+A-
Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw a Rojhilatê Kurdistanê belav kir ku di heyama meha borî de 7 kolberên Kurd ji aliyê çekdarên Îranî ve hatin kuştin û 18 kolber jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku 6 kolberên hatine kuştin û 16 kolberên birîndar ji bajarê Ormiyê ne.
Heta niha bi sedan kolberên Kurd li destê çekdarên Îranî hatine kuştin û birîndarkirin, lê hîn jî hikûmeta Îranê ji bo rêgiriya êrişên li ser kolberan ne ketiye nav hewldanekê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin