Îranê bersiva xwe ya derbarê rêkeftina etomî de radestî Yekîtiya Ewropayê kir

Îranê bersiva xwe ya derbarê rêkeftina etomî de radestî Yekîtiya Ewropayê kir

.

A+A-

Îranê bersiva reşnivîsa dawî ya derbarê vejandina rêkeftina etomî de bi awayekê nivîskî radestî Yekîtiya Ewropayê kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, serê sibeha Îro Sêşemê, di raporekê de ragihand, Îranê bersiva reşnivîsa pêşniyarkirî ya Yekêtiya Ewropayê ya derbarê rêkeftina etomî de daye.

Tîma danûstandkar a Îranê ya taybet bi danûstandinên rêkeftina etomî, şeva bihorî demjimêr 12ê şev bi dema Tehranê bersiva pêşniyara Yekîtiya Ewropayê ya bo vejandina rêkeftina etomî ya sala 2015an radestî Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell kiriye.

Josep Borell piştî wergirtina bersiva Îranê di daxuyaniyekê de bo medyayê spasiya Wezîrê Derve yê Îranê kir û diyar kir, “hikûmeta Îranê bersiva reşnivîsa pêşniyarkirî ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo aktîvkirina rêkeftina etomî ya sala 2015an a di navbera Îran û Amerîkayê de radestî YEyê kir.”

Naveroka bersiva Îranê nehatiye eşkerekirin, lê hatiye ragihanin ku eger karvedana Amerîkayê rasteqîn û bi însaf be, rêkeftin dê bihê kirin.

Endamê tîma Îranê ya bo danûstandinên rêkeftina etomî, Mihemed Merendî jî di daxuyaniyekê de bo kanala Aljazeera ya Qeterê ragihandiye, “Îran ne dûrî rêkeftinê ye”. Merendî li ser twîttera xwe jî daye xuyakirin, ew nêzîkî rêkeftinê bûne, lê belê heta pirsgirêk neyên çareserkirin, ew kar bisernakeve.

Hevdem çavkaniyeke Ewropî dibêje, di naveroka bersiva Îranê de zêdetir têkezî li ser rakirina dorpêçan hatiye kirin, ev jê nîşan dide Îran ji pêşniyarên din ên di naveroka reşnivîsa Ewropî ya rêkeftinê de razî ye.

Di heman demê de Wezîrê Derve yê Îranê ragihandiye, li ser sê mijaran nakokî heye, ku Amerîkayê bi devkî li ser du ji wan mijaran nermî nîşan daye, lê tekez kiriye, divê ev yek di reşnivîsa rêkeftina etomî de bihê nivîsandin.

Îranê eşkere nekiriye ew du xal çi ne, lê pêdagiriya Îranê zêdetir li ser xala sêyem e ku garantî hebe careke din Amerîka ji rêkeftina etomî dernekeve, xalek ku Amerîkayê heta niha nekariye bi fermî garantiyê bide.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price jî gef kirin ku eger Îran amade nebe bo cîbicîkirina rêkeftina etomî, Amerîka dê bi şêweyeke tundtir dorpêçên xwe li ser Îranê berdewam bike.

Li aliyekê din Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan dibêje, Amerîka li pişt perdê daxwaza alîkariyê ji Îranê dike. Li gor gotina Husên Emîr-Ebdullahiyan, îdareya Biden peyaman dişîne ku hilbijartinên Kongrêsê nêzîk bûne, wan kêşeya sotemenî û enerjiyê heye, daxwaza alîkariyê ji Îranê dike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin