Îranê cezayê darvekirinê da zarokekî kurd!
Saziya dadweriya Îranê hukmê darvekirinê da xortekî xelkê Saqizê ku di temenê zaroktî de tewan kiriye.
A+A-
Li gor raporta Komela Mafê MirovAN Hengaw, baskê yekem ê saziya tewanan a parêzgeha Sine roja 06ê Mijdarê, hukmê darvekirinê ji bo xortekî xelkê Saqizê yê bi navê Şayan Seîdpur ê kurê Selahedîn re daye.
Ew hukmê darvekirinê ji aliyê dadwer Wefa ve û ji ber tewanê qetla qesdî ji bo xortê kurd hatiye dayîn.
Şayan Seîdpur Tebaxa 2015ê ku temenê wî negeheştibû 18 salî hemwelatiyek din ê xelkê Seqizê yê bi navê Silêman Azadî kuşt û ji wê demê ve di girtîgehê de ye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin