Îranê gefa operasyoneke berfirehtir li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

Îranê gefa operasyoneke berfirehtir li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

.

A+A-

Rayedarên Îranê hişyarî dan ku ew hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê “qebûl nakin”. Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê got, “Operasyona li dijî wan partiyan heta ku pêwîst bike dê bidome û divê Hikûmeta Herêm (Herêma Kurdistanê) yan divê wan bêçek bike yan jî wan derbixe.”

Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî şeva Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an ragihand, “Em qebûl nakin ku 3 hezar çekdar li wî aliyê sînorê Îranê kargehên wan ên çêkirina bombeyan hebin û em ê operasyona li dijî wan berdewam bikin, operasyonên mezintir jî.”

Mihemed Baqirî her wiha got, “Me ji berpirsên herêmê (Herêma Kurdistanê) re gotiye, du rê hene, yan wan bikin hêzeke sivîl û bêçek bikin yan jî Herêma Kurdistanê wan derbixe.”

Li gorî IRNAyê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan şeva borî bi Sekreterê Bilind ê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî re hevdîtinek pêk anî û li ser mijara "rûbirûbûna" partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Husên Emîr Ebdullahiyan teqez kir ku ew hebûna van partiyên çekdar li Herêma Kurdistanê “qebûl nakin” û li “dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê” tevbigerin.

Li gor IRNAyê Qasim Eracî dilniyayî daye aliyên Îranê ku “Hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li dijî her hewleke ku ewlehiya Îranê bixe metirsiyê, rawestin”.

Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona 2022an, binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komele, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û kampeke penaberên Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Koye ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn.

Rayedarên Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna xwepêşandanan û rêxistinkirin û teşwîqkirina gel tohmetbar dikin.

Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) roja 28ê Îlona 2022an ragihand, firokeyeke bê firokevan a Îranê ku ber bi Hewlêrê ve dihat, xistine xwarê ku metirsî li ser hêzên wan ên li wê deverê çêkiriye.

Mihemed Baqirî gef li Amerîkayê jî xwarine û gotiye, “Ji îro û pê ve heger Amerîka li dijî firokeyên me yên bê firokevan hewlekê bide em ê li ber xwe bidin û bersiva hewla dawî bidin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin