Îranê hêzên emnî li nav bajarên Rojhilat belav kirin
Li gor çavkanîyan, hêzeke mezin bo hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Merîwan, Ciwanro, Sine û Urmîye hatine şandin.
A+A-
Navenda Nûçeyan-Biryare sibe xwepîşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê bikin, ji ber ku sibe, çileya Pûya Bextîyarê ku bûye sembola xwepîşandan, û hejmareke din e ji qurbanîyên xwepêşandanên meha derbasbûyî, hêzeke mezin ya ewlekarîyê li navçeyan belavbûne.
Li gor çavkanîyan, hêzeke mezin bo hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê weke Merîwan, Ciwanro, Sine û Urmîye hatine şandin.
Net Block jî ragihand, hêla internêtê li hin bajaran hatîye qutkirin û yên peywendîyên mobile bo derveyî welat li parêzgehên Elbûrz,Sine, Zencan û Fars hatîye qutkirin.
Li ser daxwaza deyk û bavên Pûya Bextîyarî, li ser torên civakî ji xelkê tê xwestin ku xwepîşandan destpê bikin.
Rûdaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin