Îranê îsal heta niha 168 kes darve kirine
.
Rêxistineke mafên mirovan îro Çarşemê ragihand ku Îranê di pênc mehên yekem ên îsal de herî kêm 168 kes darve kirine ku sala bihurî di heman demê de 110 kes darvekiribû.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Oslo ya Norwêcê ye diyar kir, rayedarên Îranê di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de herî kêm 168 kes darve kirine. Di raporê de hat ragihandin ku girtiyên Belûç ji sedî 25ê darvekirinên îsal pêk tînin.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî diyar kir ku piraniya kesên ku hatine darvekirin ji çîna jêr a civakê ne û got, "Darvekirin amûra herî girîng a siyasî ya hikûmetê ye ji bo tepisandin û tirsandina civakê."
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Parîs a Fransayê ye, ragihand, Îranê roja Çarşemê cezayê darvekirinê li 8 girtiyan bi tohmeta diziyê birî, piştî ku cezayê wan yê berê qutkirina çar tiliyên destên wan ên rastê hat dayîn.
Cezayê girtiyan hat taloqkirin bo demeke din lê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser darvekirina wan hişyarî da.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) di meha Gulanê de diyar kiribû ku cezaya darvekirinê li cîhanî di sala 2021an de ji sedî 20 zêde bûne, Îranê di pênc salên borî de di rêza kuştinên ku ji aliyê dewletê de li ser e, ji ber rêjeya herî bilind a darvekirinê ji sala 2017an vir ve bi darvekirina 314 kesan tomar kir.
AMNESTY di raporta xwe ya salane ya sala 2021an de diyar kir ku "cezayê darvekirinê piştî darizandinên neadil, di nav de ji bo tawanên ku sînorê "sûcên herî giran" ên wek qaçaxçîtiya madeyên hişbir û gendeliya darayî nagirin. Cezayên darvekirinê li dijî xwepêşander, muxalif û kêmîneyên etnîkî wek çeka zextê hat bikaranîn."
Îran yek ji mezintirîn cîbicîkirina cezaya darvekirinê ye li cîhanê, her wiha rêjeya darvekirinê bi taybetî ji dema ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî di Tebaxa 2021an de dest bi kar kir, zêdetir bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin