Îranê kurdêkî din bi dar ve kir!
Welatiyekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Îranê hat bidarvekirin.
A+A-
Li gor zanyariyên Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro berbangê welatiyekî Kurd li zindana Bender Ebas li başûrê Îranê hat bidarvekirin.
Navenda Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir, ew welatiyê Kurd temenê wî 46 salî ye û xelkê bajarê Loristanê ye, bi tometa kuştina bi qest ji aliyê dadgehê ve cezaya bidarvekirinê li ser hatibû sepandin.
Li gor amarên Navenda “Hingaw” a Mafên Mirovan, li Rojhilata Kurdistanê, ji sedî 70 ji kesên di meha Tîrmeha borî de li Îranê hatine bidarvekirin, welatiyên Kurd in.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin