Îranê li Deyrezorê li DAIŞê xist
Ajansa fermî ya îranê ÎRNA ragihand, artêşa Îranê li Rojhilata Çemê Firatê xistiye. Di daxuyaniyê de hat gotin bi moşekên balîstîkî ev êrîş li dijî êrîşkarên Ahwazê pêk hatiye.
A+A-
Ajansan ragihandin ku îro artêşa Îranê, bi moşekên balîstîkî komên cîhadîst ên li Dêrazorê xistiye.
Ajansa Reutersê ragihand, ev êrîş li dijî grûba El Ahwaziye ya ku êrîşa li Ehwazê girtibû ser xwe, pêk hatiye.
El Ehwaziyê di 22ê Îlonê li Ehwazê, li dijî merasîma leşkerî êrîşek pêk anîbû û di enxama êrîşê de 24 kes canê xwe ji dest dabû ji 60î zêdetir kes jî birîndar bûbû.
Li herêma Dêrazorê hê jî şerê YPGê li dijî baregehên dawîn ên rêxistina DAIŞê didome.
Ji aliyê hin rojnamevanan ve jî ev êrîş li dijî DAIŞê li navçeya Ebû Kemal a Dêrezorê pêk hatiye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin