
Îranê, Pentagon wek rêxistineke terorîstî nas kir
Parlamentoya Îranê îro bi pesendkirina projebiryarekê, Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) û artêşa Amerîkayê wek rêxistinên terorîstî nas kir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Parlamentoya Îranê herwiha ji bo bihêzkirina jêrxana Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve, 200 milyon euro wek bûdceya zêde ji wê hêzê re terxan kir û hikûmeta wî welatî erkdar kir, ku wî pereyî ji sindoqa geşedana niştimanî dabîn bike.
Ev biryar 4 rojan piştî kuştina Fermnadarê Supaya Quds a Îranê yê berê Qasim Sulêymanî ve tê, ku roja 3ê vê mehê di êrîşeke Amerîkayê de li Bexdayê hat kuştin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin