Îranê siza da 3 çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê
Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakvan û jîngehparêzên Kurd ji alîyê dadgehê ve hatin sizadan.
Malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HINGAW) belav kir, ji koma 10 çalakvan û jîngehparêzên ku di heyama bûrî de li bajarê Sinê dihatin dadgehkirin, dadgehê siza da 3 kesan.
HENGAWê dîyar kir jî, rojnamevan Amanc Qurbanî, fermanberê îdar yê jîngehparîya Kamyaran Fazil Qeytasî û endamê Partîya Yektîya Milî Sîrwan Qurbanî bi koma 8 sal û 8 mehan zîndan hatin sizadan.
Ew sê çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ligel 7 kesên bi tometa “hewldanên li dijî ewlehîya welat” hatin dadgehkirin.
Carên ewil jî rejima Îranê û dadgehên wê sizayên giran didin hemwelatîyên Rojhilatê Kurdistanê. Tenê di vê mehê de, dadgehên Îranê 30 meh zîndan, lêdana 250 qamçîyan û baca 250 milyon Tumen li ser 10 welatîyên Kurd ên bajarê Banê sepandibû.
Dîsa dadgeheke din a Îranê jî bi tometa ku di xwepêşandanan de beşdar bûne û wêneya Qasim Suleymanî şewitandine, cezaya koma 16 sal zîndan li 3 ciwanên Kurd ên bajarê Banê spandibû.
Herwiha Dadgeha Şoreşê ya Îranê li bajarê Sinê jî, 10 sal zîndan li mamosteya zimanê Kurdî û berpirsa Encûmena Fermangeha Komelaya Nûjîn Zara Mihemedî sepandibû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin