Iraq, dê biçe serdana Hewlêrê
Bi armanca danûstandin li ser vekirina deriyên sînorî biryar e îro şandeke hikûmeta Iraqê wê serdana Hewlêrê bike.
A+A-
“Xed Press” re ragihand ku îro (15.01.2018) şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive.
Wî jêderî ku navê xwe aşkere nekiriye ragihand jî, di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heyameke erênî û pêşveçûn heye, ji bo çareserkirina pirsa firokxane û deriyên sînorî.
Şandeke Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kiribû û ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Arecî civiya bû.
Piştî civîna li Bexdayê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, danûstandin berdewam dibin û îro15 Çileyê li Hewlêrê dicivin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin