Iraq: Kompanyayên bi Herêma Kurdistanê re kar bikin dê bikevin di lîsteya reş de

Iraq: Kompanyayên bi Herêma Kurdistanê re kar bikin dê bikevin di lîsteya reş de

.

A+A-

Wezareta Petrolê ya Iraqê hişyarî daye wan kompaniyên petrolê ku bi Herêma Kurdistanê re kar dikin ku di sê mehan de dawî li kar û xebatên xwe yên di sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê bînin, û eger wisa nekin, dê bikevin di lîsta reş de û dê hemû peywendî û tevgereke bazirganî li gel wan bihê qedexekirin.

Kompanyaya Petrolê ya Besre ya Iraqê, roja 12ê Hezîrana 2022 nivîsek belav kiriye û tê de ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de bang li kompanyayên petrolê dike.

Di wê nivîsê de Kompanyaya Petrolê ya Besreyê daxwaz ji kompanyayan dike soznameyê tijî bikin ku bi ti awayekî di wan girêbest û projeyên sektora petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê de nekin ku berovajî biryara Dadgeha Federal a Iraqê bin.

Ew kompanyaya dewletî ya petrolê ya Iraqê herwiha ji kompanyayên ku di sektroa petrola Herêma Kurdistanê de dixebitin, daxwaz dike eger girêbestên wan li Herêma Kurdistanê hene, di nava 3 mehan de girêbestîn xwe hilweşînin.

Di nivîsê hişyarî hatiye dan, eger ew kompanya pabendî wan daxwazan û biryara Dadgeha Federal a Iraqê nebin, dê navê wan bikeve di lîsteya reş a Wezareta Petrola Iraqê û êdî kar li gel wan nayê kirin.

Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê, Sebah Hebîb roja Duşembê 13ê Hezîrana 2022 ji Rûdawê re ragihand, demek e ku Wezareta Petrola Iraqê û wezîrê petrolê zextên xwe li ser Herêma Kurdistanê bi taybet di sektora petrol û gazê de zêde kirine.

Sebah Hebîb dibêje, “rêkarên ku wezîrê petrolê li dijî Herêma Kurdistanê bikar tîne, bi ti awayekî di biryara Dadgeha Federal de nînin.”

Wî parlamenterê Iraqî herwiha diyar kir, biryara Dadgeha Federal, Qanûna Petrol û Gazê (ya Herêma Kurdistanê) betal kiriye, lê behsa vê yekê nekiriye ku girêbestên kompanyayan ên li gel Herêma Kurdistanê neyasayî ne, lewra serederiya wezîrê petrolê cihê gumanê ye.

Pêştir Komîteya Bilind a Arastekirinê ya Wezareta Petrola Iraqê di 7ê Hezîrana 2022 de têkildarî cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a derbarê qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de nivîsek arasteyî Kompanyaya Niştimaniya Petrola Iraqê kiribû û têde weke Kompanyaya Petrolê ya Besreyê ji hemû kompanyayên petrolê xwestibû ku karkirina bi Herêma Kurdistanê re rawestînin û di nava sê mehan de girêbestên xwe hilweşînin.

Roja 15ê Sibata 2022 Dadgeha Federal a Iraqê derbarê dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de biryarek da û qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê wek neyasayî bi nav kir. Dadgeha Federal herwiha daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir, dahata petrola xwe radestî hikûmeta federal bike.

Duh Duşembê 13ê Hezîranê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di bersiva gefên Bexdayê de ragihand, “Desthilatdariya ti dadgeheke Bexdayê nîne ku qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê hilweşîne.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê biryar daye ku giliyên li dijî kompanyayên navdewletî yên li dadgeha Bexdayê hatine tomarkirin bînin dadgeha Hewlêrê.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin, wan gilî li dijî Wezîrê Petrolê yê Iraqê tomar kiriye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin