Iraq: Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hemahengiya li gel me têne kirin

Iraq: Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bi hemahengiya li gel me têne kirin

.

A+A-

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Îbrahîm Sumeydeyî got: "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li navçeyên sînorê Herêma Kurdistanê, bi hevahengiya di navbera Bexda û Enqereyê de têne kirin."

Sumeydeyî di hevpeyvîneke bi kanala Dicle a Iraqê de ragihand ku operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk ên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi hevahengiya di navbera Bexda û Enqereyê de têne kirin.

Li gorî Sumeydeyî, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonên tawankarî dike û hikûmeta Iraqê ew wek rêxistineke terorîst ragihandiye.”

Pêştir jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû: “Iraq ji bo me gring e û em dixwazin ligel Iraqê şerê PKKê bikin.”

Fîdan herwiha gotibû: “PKKê santîmek jî ji axa Tirkiyeyê kontrol nekiriye, lê belê çend deverên Iraq û Sûriyeyê xistine bin kontrola xwe.”

Hebûna PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û berdewamiya şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de, bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê dike.

Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirk de zêdetirî 800 gund û çend deverên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û ziyaneke mezin gihîştiye sektora geştyarî û çandiniyê ya Herêma Kurdistanê.

Di çend hefteyên borî de jî artêşa Tirk li navçeya Amêdiyê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî PKKê zêde kirine û bi dehan donim erd li wê navçeyê şewitîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin