Îraq û Amerîka daxwaza çarekirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin

Îraq û Amerîka daxwaza çarekirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin

.

A+A-

 Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê di çarçoveya civîna wezarî ya Hevpeymaiya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Amerîkayê de bi Balyoz John Bass û Balyoz Jaffery Bite ê Berpirsê Karûbarên Enerjiyê re daxwaza çarekirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 03.10.2024) bi Balyoz John Bass û Balyoz Jaffery Bite ê Berpirsê Karûbarên Enerjiyê re civiya û danûstandinan li ser alîkariyên di warê enerjiyê de û piştrastbûna ji çarekirina duberekiyên girêdayî hinardekirina petrolê û herwesa piştrastbûna ji hinardekirina petrola Îraqê û kendavî bi rêya parastina rêyan kirin. Ew jî di çarçoveya civîna wezarî ya Hevpeymaiya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Waşintonê bi rê ve çû.

Di wê civînê de danûstandin li ser mukomkirina alîkariyên hevpar di warên enerjî û petrol û aborê de û bi berdewamiya bizavên diplomasî ji bo parastina seqamgirî û ewlehiya Îraqê hatin kirin. Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya parastina rêyên deryayî kir, ji bo misogerkirina hinardekirina petrola Îraqê û kendavî bi rêya parastina wan rêyên avî.

Her di wê civînê de, tekez li ser berdewamiya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê û kompaniyên petrolê jî hat kirin, ku li Herêma Kurdistanê ji bo piştrastbûna ji çarekirina duberekiyên girêdayî hinardekirina petrolê kar dikin.

Herwesa danûstandin li ser rewşa ewlehiya deverê û rengvedanên aloziyan û bandorên li ser çavkaniyên enerjiyê û petrolê jî hatin kirin.

Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya alîkariyên navbera Amerîka û Îraqê jî kir, ji bo pişrastbûna ji wê yekê ku Îraq ber bi çi aloziyên deverê ve neçe û herwesa karkirina ji bo çarekirina wan astengên ku ji ber aloziyên deverê çê bûne.

Balyoz Bass jî ji aliyê xwe ve pêşwaziya tevlîbûna Îraqê di civîna wezarî ya Hevpeymaniya Navdewletî de kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin