
Îraq û Tirkiye: Divê PKK çekan deyne û xwe fesix bike
.
A+A-
Îraq û Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke hevpar got, “Divê banga Abdullah Ocalan were bicihanîn û PKK çekan deyne û xwe fesix bike.”
“Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind a Îraq û Tirkiyeyê” civîna xwe ya pêncemîn li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê kir.
Di encama civînê de daxuyaniyeke hevpar a nivîskî hat belavkirin.
Di wê daxuyaniyê de qala “banga Ocalan, PKK û kampên Hol û Rojê” jî hat kirin û hat xwestin ku banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwefesixkirinê were bicihanîn.
Hinek xalên girîng ên daxuyaniya hevpar a civîna pêncemîn a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind a Îraq û Tirkiyeyê ev in:
- Divê banga Abdullah Ocalan were bicihanîn û PKK çekan deyne û were fesixkirin
- Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kampa Holê û Kampa Rojê û kampên din ên li Sûriyeyê komîteyeke hevpar were avakirin
- Divê Navenda Operasyonên Hevpar a têkildarî "Mekanîzmaya Pêncalî" were damezirandin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin