Iraq – Xwepêşandanan de tengezarî û alozî derket û 4 kes mirin
.
A+A-
Hejmara qurbaniyên pevçûnên navbera alîgirên Sedr û xwepêşanderên Iraqê, bo 74 kesan bilind bû û Serokwezîrê Iraqê jî lijneyeke lêkolînan pêk anîn.
Ji ber pevçûnên di navbera alîgirên Rêberê TevgeraSedr Muqteda Sedr û xwepêşanderan de li Bexda û Nasiriyê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 70 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî fermana pêkanîna lijneya lêkolînê û dûrxistina Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê û qedexeya derketina derve li parêzgehê da.
Herwiha Rêveberiyê Ragihandinê yê li Wezareta Navxwe ya Iraqê Se'd Me'n eşkere kir; Ude Salim Ebûd li şûna Hazim El Hazim, bû Fermandarê Polîsê Parêzgeha Zîqarê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin