Iraqê bi fermî 22 qereqol li ser sînorên Tirkiyê vekirin

Iraqê bi fermî 22 qereqol li ser sînorên Tirkiyê vekirin

.

A+A-

 Hate ragihandin ku Iraqê li sînorên Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 22 qereqol ji bo parastina sînoran ava kirine.

Fermandarê Pasevanên sînor ê Iraqê Korgeneral Muhammed Ebdulwehab Sikir, serdana deverên hevsînorê Tirkiyeyê yên li Parêzgeha Duhokê kir û ragihand, wan 22 qereqolên parastina sînoran danîne ku ew jî di çarçoveya qewînkirina sînorên ligel Tirkiyeyê ye.

Fermandarê Iraqî di serdanê de vekirina fermî ya wan 22 qereqolên sînorî kir û ferman da ku ji bo ewlehiya leşkerên wan jî her cûre xizmet û alavên pêwîst bên dabînkirin.

Hêjayî gotinê ye, meha nîsana borî jî Iraqê piştî 30 salan yekem car li sînorên Zaxo yên ligel Tirkiyeyê 2 baregehên leşkerî ava kiribûn.

Sînorên Tirkiye-Iraqê ango Bakur û Başûrê Kurdistanê xwedî dirêjiya 362 kîlometran e. Biryara danîna qereqolên sînorî ya Iraqê, piştî girêdana peymana ewlekariyê ya Tirkiye û Iraqê pêk tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin