Iraqê dê bi fermî daxwaz ji Tirkiyê bike ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike
.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, tê çaverêkirin ku hikûmeta Iraqê nameyek fermî ji Tirkiyê re bişîne û ji Tirkiyê bixwaze ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ve destpê bike.
Li gor zaniyariyên ku tora medyaya Rûdawê ji çavkaniyeke bilind ya hikûmeta Îraqê wergirtiye di civîna navbera nunerên Kurd yên li Bexdayê de Dr. Fuad Husên û Bangîn Rêkanî li gel Mihemed Şîa Sûdanî û Hayan Ebdulxenî li hev kirin ku hikûmeta Îraqê razî bûye ku sibê nameyekê amade bike û bi fermî ji hikûmeta Tirkiyeyê re bişîne.
Li gorî agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên bilind "Hikûmeta Iraqê di nameyê de dê bi awayekî fermî daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhan bike, di çarçoveya lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo firotina petrola Herêma Kurdistanê bi hevbeşî di navbera Somo û wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê de."
Rojnameya Al Monitor ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku rayedarên Iraqî û Tirkiyê dê derbarê biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê de bên cem hev.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ji rojnameyê re ragihand, di demeke nêzîk de şandeke bilind a hikûmeta Iraqê dê serdana Enqerê bike.
Cîhad got, "Ne aliyê Tirkiyê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara dadgeha tehkîmê red nekir" û diyar kir ku ev biryar dê rê li ber "destpêkeke nû" ji aliyan re veke.
Birêkarê Wezareta Darayî, ya Iraqê Mesûd Heyder, ji Rûdawê re ragihand, ku şandên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, lihev kirine li ser bingeha wê serdana ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, meha yekê de serdana Bexda kiribû û li gel Serokwezîrê Iraqê li ser dosya petrolê lihev kiribûn, ji ber ku ev biryara dadgeha Navbênkariya Navdewletî, ev demeke zanyarî derbarê wê de hebûn ku biryareke weha wê bê dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin