Iraqê derbarê Şingalê de biryarek nû da

Iraqê derbarê Şingalê de biryarek nû da

.

A+A-

Piştî aloziyên wê dawiyê yên di navbera hêzên girêdayî PKKê û hêzên Iraqî de li Şingalê, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serpireştekî nû bo Qaymeqamiya Qezaya Şingalê hat destnîşankirin.

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê Rifet Simo ji Rûdawê re ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye ku Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî erkên qezaya Şingalê jî birêve bibe.”

Rifet Simo got, “biryar e Necim Cibûrî roja Pêncşembê weke yekemîn roj li qezaya Şingalê dest bi dewamê bike û karûbarên wê qezayê birêve bibe.”

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê dibêje, Ciburî dê di nava heftiyê de rojekê heta du rojan li Şingalê bixebite.

Erkdarkirina Cibûrî wek Serpireştyarê Qezaya Şingalê di demekê de ye ku dema du heftiyan e alozî di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Asayişa Êzîdxanê li Şingalê gelek tund bûne û çend caran şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Doh jî artêşa Iraqê hêzeke mezin bi weayitên zihî û çekên giran ber bi Şingalê ve şandibû.

Beriya sê mehan û piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Bexdayê Nayif Seydo Rêveberê Nahyeya Sinûnê li cihê Mehma Xelîl wek Wekîlê Qaymeqamê Şingalê destnîşan kiribû.

Şingal navçeyeke Kurdistanî ye ku li derveyî sînorên îdareya Herêma Kurdistanê ye û dikeve sînorê parêzgeha Neynewayê (Mûsilê). Li gor madeya 140 a Destûra Iraqê, diviyabû çarenivîsa Şingalê jî weke cihên din ên nakok di rêya sazkirina referandumekê re bihatiba diyarkirin, lê belê hikûmeta Iraqê ji sala 2005an ve heta niha ew benda destûrî cîbicî nekiriye.

Ji sala 2003 û rûxana rejîma Beis a Iraqê ve heta sala 2017an, devera Şingalê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat birêvebirin, lê piştî bûyerên Cotmeha sala 2017ê kontrola wê navçeyê jî wek gelek navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kete destê hikûmeta Iraqê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin