Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
.
A+A-
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 220 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 424 kesên din jî bi şewbê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 220 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 424 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 15 hezar û 751 ye û hejmara nexweşan jî bû 564 hezar û 435.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin