Îro salvegera damezrandina wê artêşê ye ku gelek tawanên mezin li dijî gelê Kurd kirine

Îro salvegera damezrandina wê artêşê ye ku gelek tawanên mezin li dijî gelê Kurd kirine

.

A+A-

 Îro 104 sal di ser damezrandina artêşa Îraqê re derbaz bûn. Ev artêş ji hingê ve ku hatiye damezrandina tevlî gelek şeran bûye û tawanên mezin li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê kirine.

Berivajî artêşên welatên cîhanê, artêşa Îraqê çi demekê nekariye bibe artêşek ku nûnerîtiya daxwaziyên tevaya gelê Îraqê bike û ji bo seqamgiriya Îraqê jî bibe sedemek. Bi dirêjahiya dîroka Îraqê, desthilatdaran artêş ji bo meremên xwe bi kar aniye û herî zêde ji bo yekalîkirina arêşeyên siyasî yên navxwe desttêwerdan kiriye. vê yekê jî wesa kiriye ku, herdem artêş pareke arêşe û duberekiyan be ne ku çareserkirina arêşeyan.

Piştî nemana Rijêma Beis li sala 2003ê û pêkanîna artêşê, Îraqî bi Kurd, Şîe û Sune ve wesa difikirîn ku êdî artêş dibe sedema hevgirtina pêkhateyan û desthilata leşkerî li Îraqê bidawî tîne, lê her zû desthilatdarên Şîe yên Îraqê li sala 2012ê bizav kir arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya livandina artêşê yekalî bikin, lê bi ser nekeftin. Herwesa li sala 2013ê, wan bi behaneyên cuda cuda artêş ji bo bidawîanîna xwenîşandanên Suneyan bi kar anî û di encamê de gelek kes li deverên Suneyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Tevî ku li dû destûrê Îraqê artêşê maf nîne desttêwerdanê di arêşeyên siyasî yên navxweyî de bike û divê bêalî be, lê ew artêşa ku piştî nemana Rijêma Beis Kurdan rolekê mezin di avakirina wê hebû, careke din li roja 16ê Cotmeha 2017ê bi fermana desthilatdarên niha yên Bexdayê tevlî arêşeya navbera Hewlêr û Bexdayê bû û êrîş kir ser deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dagir kirin. di encamê de jî, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes jî ji tirsên tolvekirinê de awareyî Herêma Kurdistanê bûn.

Niha jî artêşa Îraqê bi awayekî berdewam li parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di navbera Kurdan û Erebên hawirdekirî de alîgiriyê ji bo Erebên hawirdekirî dike û Kurdan digire û tadariyê li wan dike. Dawî car jî artêşa Îraqê li roja Çarşemê, 01.01.2025, li gundê Heftexarê li sinorê qezaya Daqûqê ya Kerkûkê çar cotyarên Kurd di dema avdana zeviyan de girtine.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin