Îro sizayên Sîzer li dijî Sûrîyê dikevin warê cîbicîkirinê

Îro sizayên Sîzer li dijî Sûrîyê dikevin warê cîbicîkirinê

Biryar e îro 17 Hezîranê yasaya Sîzer (Caesar) bikeve warê cîbicîkirinê, ku li gorî wê yasayê, her kes an alîyek ku piştevanîya hikûmeta Sûrîyê bike, dê were cezakirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Sizayên Sîzer anku Caeser Act navnîşana yasayeke Amerîkî ye li ser Hikûmeta Sûrîyê û alîkarên wê, derbarê tawanên şer ku li dijî girtî û sivîlan bikar anîne.

Ev siza li ser asteke berfireh têne gotûbêjkirin. Hikûmeta Şamê û alîgirên wê, vê gava Waşintonê, bi nerênî dinirxînin.

Ew yasa bi navê wî kesî hatîye kirin, ku nêzîkî 55 hezar wêneyên îşkencekirina 11 hezar zindanîyên di zindanên hikûemta Sûrîyê de belge kirine û gihandine derveyî welat.

Derbarê egera bandora van sîyzayan li ser Rojavayê Kurdistanê, William Robak, şandîyê Amerîkayê ji bo Bakurê Rojhilatê Sûrîyê, ragihand, sizayên Sîzer navçeyên li jêr desthilata Rêveberîya Xweser li xwe nagirin.

Hevdem berpirsên Rêveberîya Xweser dibînin ku daketina bihayê pereyên Sûrî û alozbûna rewşa darayî bandorê li ser debara jîyana welatîyan dikin, nemaze ku alternatîveke dîyar û zelal hevterîpî wan sizayan nehatîye danîn.

Hebûna nêzîkî 4 milyon niştecîyî li navçeyên Rêveberîya Xweser, ku bêhtir ji 100 hezar kesî ji wan, li dezgehên wê rêveberîyê fermanber û mûçexwer in, egera wê yekê li ber çavan datîne ku rewşa wan jî tûşî zehmetî û astengîyan bibe.

Ji alîyekî ve, daketina nirxê lîreya Sûrî, ku li navçeyên Rêveberîya Xweser kar pê tê kirin.

Ji alîyekî din ve pêwendîyên alûgorîya bazirganî di navbera navçeyên Rêveberîya Xweser û navçeyên li jêr desthilata hikûmeta Sûrîyê de hene.

Beşekî mezin ji kelûpel û berhemên xwarin, derman, cilûberg, mêwe, keskayî, kereste û pêdivîyên din ji navçeyên li jêr desthilata hikûmetê têne hawirdekirin bo navçeyên Rêveberîya Xweser û Rojavayê Kurdistanê.

Her bi sedema krîza abûrî ku heye, gelek firoşgeh û dukan hatine girtin û tevgera bazaran jî gelekî kêm bûye.

Hevdem ligel cîbicîkirina Sizayên Sîzer, tê pêşbînîkirin ku rewşa abûrî û darayî li wî welatî bi giştî, di nav de jî navçeyên Rêveberîya Xweser û Rojavayê Kurdistanê, gelekî zehmet û aloztir bibe, ji ber vê yekê jî welatîyê wan navçeyan daxwaz dikin ku rewşa wan li ber çavan bê girtin ji bo ku zîyaneke bêhtir ji zîyanên ku hene, li wan nebe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin