ISIG: Di meha Tebaxê de herî kêm 186 karker mirine
.
Di 8 mehên destpêkê yên salê de herî kêm hezar û 202 karker di dema karî de mirine.
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di meha Tebaxê de herî kêm 186 karker di dema karî de mirin e.
Bi aşkerekirina daneyên meha Tebaxê ve ji serê salê heta niha herî kêm hezar û 202 karker di dema karî de mirine.
Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibat 109, Adarê de 122, Nîsan 129, Gulan 176, di Hezîranê de 189 û di meha Tîrmehê de 171 karker di dema karî de mirine.
Ji sedî 97,01ê karkeran endamê sendîkayê nebûne
Ji karkerên ku di heşt mehên destpêkê yên salê de mirine jê 1029 bi maeş(karker-fermanber) bûne, 173 jî cotkar û esnaf bûne. Ji sedî 86ê wan bi maeş bûne û ji sedî 14ê wan jî cotkar û esnaf bûne.
Ji karkerên ku mirine jê tene 36(sedî 2,99) kes serbi sendîkayê bûne, jê 1166(ji sedî 97,01) jî endamên sendîkayê nebûne.
Ji karkerên ku mirine jê 18 zarok bûne
Di vê qonaxê de ji karkerên ku mirine jê 80 jin, 1122 kes jî mêr bûne. Di heşt mehên destpêkê yên salê de temenê karkerên ku mirine weha ye:
o 30 karker di navbera 15-17,
o 18 karker ji 14 û berjirtir,
o 182 karker di navbera 18-27
o 585 karker di navbera 28-50,
o 249 karker di navbera 51-64,
o 74 karker 65 û berjortir bûye.
o Temenê 64 karkeran nehatiye zanîn.
Ji karkerên ku mirine jê 67 koçber/penaber bûne
Ji 1202 karkerên ku mirine jê 67 karker penaber/koçber bûne. 27 karker sûriyeyî ; 16 karker afganîstanî; 4 karker ozbekistanî; 6 karker turkmenistanî, 3 Îranî;, karkerek azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, Iraqî, kuweytî, rûsyayî, pakistanî, sirbîstanî, ûkraynayî û karkerek jî yewnanîstanî bûye.
Her weha karker herî zêde di sektora daristan û çandiniyê de mirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin