
Israîl ji zêdebûna hejmona Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîgeran e.. “sinorekî jê re dadine”
.
Israîl dixwaze peywendiyên xwe yên serbazî û siyasî bi Rûsyayê re pêş bixe, bi aramnca sinordarkirina hejmona Tirkiyeyê li Sûriyeyê.
Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî li ser zarê hejmareke çavkaniyan amaje daye, “Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di çend rojên borî de sikirtêrê xwe yê serbazî Roman Gofman şandiye Moskoyê.”
Roman Gofman wekî yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu tê hesibandin û heta niha serperiştiya gelek operasyonên nihênî yên Israîlê kiriye.
Li dû wê rojnameyê, armanca çûna sikirtêrê serbazî yê Netanyahu ji bo Moskoyê rêkxistina hejmareke civînên giring ên diplomasî û siyasî di navbera serokwezîrên Israîl û berpirsên Rûsyayê de bûye, bi merema “parastina berjewendiyên Israîlê û xurtkirina peywendiyan û zêdekirina hevahenigya navbera Mosko û Televîvê”.
Wan berpirsên ku ji bo wê rojnameyê axiftine eşkere kir, “Israîl ji zêdebûna hejmona Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîgeran e û dixwaze bi rêya xurtkirina peywendiyên xwe yên serbazî û siyasî bi Rûsyayê re sinorekî ji bo wê hejmonê dane. Herwesa Israîl baştir dibîne ku Rûsya Şamê kontirol bike ne Tirkiye.”
Wê rojnameyê tekez jî kir, “Tirkiey dixwaze hejmareke bingehên serbazî yên nû li deverên li jêr desthilata Ehmed Şera damezrîne, meşq û rahênanan bi komên çekdar ên Sûriyeyê bike û asmanê wî welatê jî ji êrîşên asmanî biparêze. Vê yekê jî Israîl gelek nîgeran kiriye û wekî gefek li ser ewlehiya welatê xwe pênase dike.”
Ji aliyekî din ve jî Ajansa Reutersê li dû çend çavkaniyan amaje daye, “Israîlê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku Sûriye her lawaz bimîne û rêyê bide Rûsyayê jî ku, bingehên serbazî li wî welatî bihêle heta bi wê rêyê rûbirûyî hejmona Tirkiyeyê bibe, ku bizavê dike bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re hevpeymanîtiyeke ewlehiyê çê bike.”
Ev di demekê de ye ku Serokwezîrê Israîlê duhî (Şemî, 01.03.2025) rijêma nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera wekî “tundrê” binav kir û tekez li ser parastina Dirûzên Sûriyeyê kir û got, “Eger êrîşî ser Dirpzan bê kirin, me dê bersiv hebe û em bêdeng nabin.” Amaje jî da, “Em bergiriyê ji şêniyên Ceremana li başûrê Şamê dikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin