Îsraîlê êrîşêkê li Sûriyê pêk anî: 4 mirî 21 birîndar
Artêşa Îsraîlê êrîşêka berfireh a esmanî li Sûriyê pêk anî . Herwiha dengê çend teqînên mezin li cihê bûyerê hatine bihistin.
Ligor zanyariyên gihane ber destê medyayê duh êvarî (30-6-2019) derengê şevê , firokeyên şer ên Îsraîlê çend binbalên leşkerî li başûrê Şamê û gundewarên Xumusê bordûman kirine.
Medyaya fermî ya rejima Sûriyê belav kiriye ku fûze yên şer yên Îsraîlê navenda lêkolînên zanistî li başûrê Şamê kiriye armanc û ji ber êrîşên fûzeyan teqînên mezin rû dane.
Herwiha berpirsekî serbazî yê rejima Sûriyê ji ajansa Sputnikê ra aşkere kiriye ku firokeyên şer ê Îsraîlê ji ser Libnanê bajarên Şam û Xumusê kirine armanc.
Herwiha ji ber êrîşa Îsraîlê dengên teqînên mezin li Şamê û Xumusê hatine bihîstin û li gor zanyariyan di encama êrîşê da 4 kes mirine û 21 kes jî birîndar bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin