
Îsraîlê jî “piştgirîya xurt” da Yewnenîstanê
Îsraîlê jî di rageşîya di navbera Tirkîye û Yewnenîstanê de alîyê xwe dîyar kir. Wezirê Derve yê Îsraîlê dîyar kir ew ê li ba Yewnenîstanê bin.
A+A-
Rageşîya Behra Sipî ya di navbera Enqere û Atînayê de Îsraîl jî tevlî bû. Wezirê Derve yê Îsraîlê dîyar kir ew ê li ba Yewnenîstanê bin û got “Îsraîl di derheqê Behra Sipî û sînordarkirina herêmen aborî de piştevanîya xurt dide Yewnenîstanê.”
Rojên borî di navbera Tirkîye û Yewnenîstanê li Behra Sipî jiber keştîyên lêgerîn û lêkolînan û daxuyanîyên Navtexê rageşî derket û rageşî hêj didome.
Doh Yewnenîstan bang li YEyê kir bila di derheqê Tirkîyê de zû bi zû civînê pêk bîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin