Îtalyayê rahênanek taybet da 65 Pêşmergeyên Zêrevaniyê
Îro li baregeha Fermandariya Zêrevaniyê li Hewlêrê dawî bi xûleke rahênan û perwerdehiyê ya hêzên Zêrevaniyê hat, ku ev xûla rahênanê ji aliyê rahênerên Îtalî ve hatibû organîzekirin.
Di dema 6 heftiyên derbasbûyî de rahênerên Îtalî xûleke rahênanê ji bo hêzên pêşmerge yên Zêrevaniyê vekiribûn û têde 65 pêşmerge beşdar bibûn. Îro Pêncşembî 9ê Tebaxa 2018an roja dawiya vê xûla rahênanê ye ew xûl bi dawî tê.
Di wê xulê de rahênan li ser parastina kesayetî û wan konsul û nûneratiyên welatan hatiye kirin, ku li Herêma Kurdisatnê hene. Herwiha pêşmergeyên beşdar di xûlê de li ser çawaniya rûbirûbûna alozî û fitnegeriyê û danîna xalên kontrolê û çend erkên din, rahênan wergirtine.
Berpirsê Rewşenbîrî û ragiahndina fermandehiya Zêrevaniyê , Emîd Dîdewan Xurşîd ragihand, Tîmeke Îtalî di çarçoveya rahênana pêşmerge de, di dema 6 heftiyan de xûleke rahênanê ji bo 65 pêşmergeyên hêza Zêrevaniyê vekiribû û 65 pêşmerge ji hêzên Pasevanên Konsulxaneyan û Lîwaya Yek a Parastina Saziyên Petrolê li Herêma Kurdistanê têde beşdar bibûn.
Dîdewan Xurşîd herwiha got: “Em dê berdewam bin li ser rahênan û dana zanyariyan bi hêzên pêşmerge, daku zêdetir şareza bin û çalaktir bin bo parastina hemû saziyan û hemû Herêma Kurdistanê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin