Îtlaata Îranê xwendekara jin Anahîta Emîrpûr qetil kir

Îtlaata Îranê xwendekara jin Anahîta Emîrpûr qetil kir

.

A+A-

Hêzên Îtlaata rejîma Îranê li bajarê Brûcêrdê xwendekara bi navê Anahîta Emîrpûr qetil kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê (Hengaw) ragihandin ku xwendekara keç Anahîta Emîrpûr ku xelkê bajarê Koyeştê ye, li bajarê Brûcêrd a parêzgeha Loristanê, ji aliyê hêzên dezgeha sîxuriyê (İtlaat) ya rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Hengawê diyar kir ku dezgehên ewlehiyê yên rejîmê zextan li malbat û xizmên Emîrpûr kirine ku mirina wê bi teqîna Kirmanê ve girê bidin.

Êvariya 19ê Çileyê, hêzên Îtlaatê li devera Nîzamabad a bajarê Brûcêrdê, du rêwiyên tirimpêla bi marka Peugeot 206 gulebaran kiribûn û di encamê de xwendekara keç a bi navê Anahîta Amirpûr a 20 salî ku xwendekara pola yekem a beşa werzîşê ya Zanîngeha Azadî ya bajarê Brûcêrdê bû hate kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin