Îxraca Öztürk Yılmazê CHPyî hat xwestin
Piştî Parlamenterê Erdexanê yê CHPê Öztürk Yılmazî nîqaşa azana bi tirkî vekir, Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu daxwaza îxraca wî ji partiyê kir.
A+A-
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıcdaroğluyî got; li tevahiya cîhanê mele bi zimanê erebî bang didin û ew rast nabîne banga bi tirkî an erebî were nîqaşkirin. Banga bi erebî nirxeke ola me Îslamê ye û li tevahiya cihanê mele bi erebî bang didin û herkes rêz lê digire.
Kılıçdaroğlu got: CHPyî giş mecbûr in pabendî biryar û siyaseta partiyê bibin. Heke hûn bêjin çawa bixwazim wisa tevbigerim, wê gavê hûn ê ji partiyê dûr bibin."
Li ser vê yekê bi yekrêziya îmzeyan, daxwaza îxrackirinê ji Öztürk Yılmazî re hate xwestin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin