James Jeffrey sardana Hewlêrê dike
Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî sardana xwe bo rojavayê Kurdistanê, sardana Hewlêrê dike.
A+A-
Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sibe sardana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.
Ji aliyekî din ve, Endamê Komîteya Pêwendiyan a ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, James Jeffrey îro bi serokatiya şandeke serbazî li rojavayê Kurdistanê bû û bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiyabû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin