James Jeffry: HSD tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin
Şanderê Emerîka bo dosêya Sûrîyê ragihand, nûnerên bakura rojhilata Sûrîyê tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin.
K24
Şanderê Emerîka bo dosêya Sûrîyê James Jeffry di çarçoveya gera 74 ya Komeleya Netewên Yekbûyî de ragihand, ku bakura rojhilata Sûriyê di nava komîteya destûra Sûrîyê de cihê xwe digrin û navê wan ji alêyê Neteweyên Yekbûyî ve hatîye hilbjartin.
Got jî: Wî navê endamên komîteya destûr dîtne, lê hêj tekezî li ser wan navan nekirîye.
James Jeffry bersiva wê pirsyara, ka Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Encûmena Sûrîya Demokrat tevlî komîteya destûra Sûrîyê dê bibin? gotibû helbet beşdar dê bin.
Herweha got: Ew li gel Tirkîyê derbarê beşdarîya HSDyê di komîteya destûra Sûrîyê de axivîye. Amaje bi wê yekê jî kirîye ku Emerîka ji tevahîya alîyan re dîyar kirîye ku ti ecindeyên wê yên siyasî li Sûrîyê nîne û armanca wan ya sereke yekgirtina Sûrîyê ye di sînorê wê yê niha de.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin