James Mattis dest ji kar berdide
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, James Mattis dest ji kar berda û ragihand, pêwîst e Amerîka hevpeymanên xwe bi parêze û hemû keresteyan ji bo parastina berjewendiyên hevpeymanên xwe bi kar bîne.
Rojek piştî biryara ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê nameya destjikarberdana xwe radestî serokê wî welatî Donald Trump kir.
James Mattis di nameya destjikarberdana xwe de ragihandiye, piştî 40 salan xizmetkirina di nav artêşê de, ew hîn bûye ku pêwîst e Amerîka tevî rêzgirtina li hevpeymanên xwe, hemû keresteyên pêwîst jî ji bo parastina xwe û hevpeymanên xwe bi kar bîne.
Mattis di nameya îstîfaya xwe de herwiha dibêje, pêwîst e Amerîka li hember wan welatên ku berjwendiyên stratejîk bûne sedema derketina aloziyan li gel wî welatî, xwedî siyaseteke zelal be, bi taybet li hember hinek welatên weke Çîn û Rûsya ku dixwazin hejmoniya xwe bi ser cîhanê de bisepînin û tekez dike, divê Amerîka hemû hewlên xwe bide ji bo ku rûbirûyê wan bibe.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, serok mafê wê yekê heye ku wezîreke hevfikrê wî pê re be, lewma ew dest ji posta xwe berdide.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin