Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya Kobanî îmze kir
.
Romannivîs Jan Dost li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê romana xwe ya bi navê Kobanî ku bi zaravayê Soranî hate çapkirin, îmze kir.
Romannivîs Jan Dost li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê romana xwe ya bi navê Kobanî ku bi zaravayê Soranî hate çapkirin, îmze kir.
Îro li pirtûkxaneya Mem û Zîn a li Hewlêrê roja îmzekirina romana Kobanî bû û ji her çar parçeyên Kurdistanê, xwendevan ji bo îmzekirina pirtûkê ligel nivîskarê romanê Jan Dost hatin cem hev.
Jan Dost li ser naveroka romana xwe ya bi navê Kobanî ji K24ê re diyar kir: “Romana Kobanî berî her tiştî şerê Kobanî ku di sala 2014an de çêbû vedibêje, dema ku êrîşên hêzên tarî yên DAIŞê hatin. Di wir de berxwedan heye, berxwedana miletê Kurd, berxwedana keç û xortên Kobanî, di wir de êş û azara miletê Kurd ê Kobanî heye. Çawa penaber bûn, çawa komkujî çêbû.”
Dost herwiha destnîşan kir: “Di vê romanê de teswîra malbeteke Kurd heye, ew malbata Kurd bi çi awayî dijî, bîr û baweriyê wê çi ne, çawa di malbatekê de xortek gerîla ye, keçek YPJ ye, xortekî din Pêşmerge ye, yekîtiya Kurdan di wir de çêdibe.”
Li ser berga romana Kobanî wêneya demjimêrê heye, derbarê çîroka wê demjimêrê de Jan Dost eşkere kir ku ew demjimêr ya dayîka wî bûye û ji ber ku ew demjimêr şahidê şerê Kobanî û zaroktî û xortaniya wî bûye, li cem wî gelek qedr û qîmeta wê heye.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin