Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe

Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe

.

A+A-

Prof. Jan Îlhan Kizilhan da zanîn ku komkujî hema wilo derbas nabin û eger tiştên pêwîst neyên kirin bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibin.

Konferansa 3yemîn a Ol, Çand, Dîrok û Erdnîgariyê ya Êzidiyan li Dihokê tê lidarxistin.

Prof. Jan Îlhan Kizilhanê ji Bakurê Kurdistanê jî beşdarî konferansê bû û bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî yên li Bakur û Başûrê welêt.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin li pey xwe hişt ku êş û birînên wê heta roja îro jî nekewiyane.

“Jenosîd derbasî nifşên nû jî dibe”

Prof. Jan Îlhan Kizilhan ji Rûdawê re diyar kir ku bandora vê komkujiyê derbas nebûye û got:

“Her kes di wê baweriyê de ye ku jenosîd sala 2014an çêbû û derbas bû lê jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên din jî dibe.

Eger em li wan xwedî dernekevin dê nexweşiyên derûnî li gel zarokên wan jî peyda bibin.”

Jan Îlhan Kizilhan bi bîr anî ku gelek Kurdên Êzidî berê xwe didin derveyî Kurdistanê û “Metirsî heye ku gelek Êzidî ji Başûrê Kurdistanê jî derkevin.”

Wî bangê Hewlêr û Bexdayê kir û got, “Divê Hewlêr û Bexda hewl bidin ku Êzidî vegerin Şingalê û jiyana xwe li wê derê dom bikin.”

Jan Îlhan Kizilhan bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidî yên Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku li ber nemanê ne.

“Li Bakurê Kurdistanê tenê 800 Ezidî mane”

Wî daxuaynd ku “Di dîrokê de navenda Êzidiyan Bakurê Kurdistanê bû” û salên 1200 û 1500î piraniya şêniyên Serhed, Amed û Êlihê Êzidî bûn û li pey çû:

“Niha li Bakurê Kurdistanê tenê 800 Ezidî mane, hemû derketine.

Êzidiyên ku li Bakurê Kurdistanê mane pîr û kal in, heta çend salan ew jî namînin.”

Jan Îlhan Kizilhan diyar kir ku li bakurê welêt tenê 3-4 gundên Êzidiyan mane û ew jî nikarin jiyana xwe li gorî vê demê bidomînin û yên derketî “yan nikarin an jî naxwazin” vegerin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin