Jens Spahn: Divê koçberên tundrew ji Almanyayê bên dersînorkirin
.
Ala Şalî
Parlamenterê Alman Jens Spahn li ser dersînorkirina koçberan got, "Kesekî tundrew ku destûra wiya rûniştinê hebe jî divê were dersînorkirin. Divê ew Almanyayê terk bike."
Derbarê koçberên Sûriyeyê Jens Spahn wiha anî ziman, "Bi taybetî ji bo wan kesên ku parastina demkî wergirtine ku statuya wan a qanûnî ye, ev tê wê wateyê ku divê ew vegerin welatê xwe."
Li Almanyayê dê 23yê Sibata 2025an hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bên kirin.
Parlamenterê Alman û endamê serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Jens Spahn li ser hilbijartinên Almanyayê, mijara koçberan û bernameya partiya xwe bersiva pirsên Ala Şaliyê da.
Rûdaw: Birêz Jens Spahn, spas ji bo vê derfetê. Partiya we dixwaze siyaseta koçberiyê tundtir bike. Hûn bi planê pênc-xalî çi qest dikin?
Jens Spahn: Divê em pêşî bizanin ka em behsa çi cureya koçberiyê dikin. Em koçberan ji bo bazara kar dixwazin. Em ji wan kesên ku di salên borî û dehsalên berê de hatine Almanyayê dilxweş in; ew beşek ji civaka Alman in. Bi salan e ew bi awayekî normal dixebitin, hevkar in û ziman hîn dibin. Em bi hev re paşeroja Almanyayê saz dikin. Ya ku niha tê nîqaşkirin koçberiya neyasayî û bê rêk û pêk e.
Hin kes bi hêsanî tên, piranî xortên ciwan in. Em nizanin çima û ji bo çi armancê tên, ji roja yekem ve alîkariyên civakî werdigirin. Em dibînin ku ev ji bo civakê, dibistanan û şaredariyan bargiranî ye. Her wiha metirsiyeke ewlehiyê ye jî. Li Solingen, Mannheim, Magdeburg û niha li Aschaffenburgê bi awayekî gelekî xirab ku zarokekî 2 salî bi kêran hat kuştin. Em dixwazin dawî li vê cureya koçberiya neyasayî bînin.
Rûdaw: Dixwazim hûn ji min re behsa vê pêşniyaryasaya pênc-xalî bikin ku hûn dixwazin bibin parlamentoyê. Partiya Liberal, FDP, biryar daye ku dengê xwe bidiyê, partiyên din red dikin, lê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dixwaze dengê xwe bidiyê. Ev ji bo we çiqas girîng e?
Jens Spahn: Di destpêkê de, ev pênc xal nîqaş dikin ku niha pêwîst e em gelekî zû li ser sînorê Almanyayê mirovan vegerînin û bibêjin ev sînor e. Gelekî zû li koçberên sûcdar binêrin, yên ku gelek fermanên dersînorkirinê li dijî wan hene lê dîsa jî bi serbestî li Almanyayê digerin. Tu nikarî vê ji dê û bavê zarokekî 2 salî re şirove bikî dema ku kesekî ku mafê wî yê mayînê li Almanyayê tune zarokê wan bi kêran birîndar kiriye. Ev nayê şirovekirin û em dixwazin dawî lê bînin.
Em ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Kesk û Lîberalan (FDP) dixwazin ku tevlî me bibin, da ku em bi hev re wekî demokratên navendî vê pirsgirêkê çareser bikin. Piraniya Almanan, ez bawer im ne tenê Alman, piraniya xelkê li welêt, yên ku aqilmend in, yên ku paşerojeke baş ji bo Almanyayê dixwazin û bi taybetî ewlehî ji bo zarokên xwe dixwazin, ev piraniya mezin dixwaze dawî li koçberiya neyasayî bê.
Divê Sosyal Demokrat (SPD) û Kesk ji xwe bipirsin ka ew naxwazin bi me re li parlamentoyê piraniyekê ava bikin? Em pêşniyarekê dikin ji ber ku em bawer dikin ev rast e. Em ji Sosyal Demokratan (SPD), Keskan û Lîberalan (FDP) dixwazin ku pesend bikin. Em nikarin tenê ji ber ku dibe ku yên din jî pesend bikin, pêşniyara xwe pêşkêş nekin.
Rûdaw: Plana we ji bo koçberên ku ji Sûriyeyê hatine çi ye?
Jens Spahn: Ji aliyekî ve baş e ku Esed çû, ew dîktator, hovane û tundrew bû, ji tiştê ku min texmîn dikir gelekî zêdetir tundrew bû, wekî mînak em di girtîgehan de dibînin. Êş û azareke bêhempa. Baş e ku ew çû. Niha pirs ew e ka gelê Sûriyeyê û hikûmet dê çawa bi pêş ve biçin? Di wê kêliyê de, dema ku ewlehî û aramî hebe (divê em hîn li bendê bin), êdî sedemên parastinê namînin.
Bi taybetî ji bo wan kesên ku parastina demkî wergirtine, ku statuya wan a qanûnî ye, ev tê wê wateyê ku divê ew vegerin welatê xwe. Li wir di paşerojê de paşeroja xwe ava bikin. Ji bo wan kesên ku dibêjin em dixwazin vegerin Sûriyeyê da ku alîkariyê bikin, pêşniyara min ew e ku em destûrê bidin wan bi dilxwazî biçin, vê yekê hêsan bikin û alîkariya aborî bidin wan.
Wê demê, em bê guman dikarin bibêjin ku ew kesên ku karîne tevlî bazara kar a Almanyayê bibin, xwedî şiyanên taybet in û debara xwe bi xwe dikin, em dikarin vebijêrka mayînê bidin wan. Dibe ku hin kes bixwazin vegerin Sûriyeyê, her çend ew kes dikarî bimaya jî. Û ew kesên ku parastina demkî wergirtine û kar nakin û alîkariya aborî ya dewletê (alîkariya civakî) werdigirin divê Almanyayê terk bikin.
Rûdaw: Li gorî rapirsîyan, dibe ku piştî 23yê Sibatê partiya we bibe partiya herî bihêz, dibe ku serokê partiya we (Friedrich) Merz bibe Serokwezîrê Almanyayê. Ew bang dike ku siyaseta koçberiyê were tundkirin. Gelo hûn dikarin bibêjin ka siyaseta koçberiyê ya partiya we bi temamî çi ye û çima divê dengderên Kurd dengê xwe bidin partiya we?
Jens Spahn: Li gorî dîtina min, xuya dike ku piraniya xelkê li Almanyayê, bêyî ku li eslê wan were nêrîn, heman tiştan dixwazin. Karên baş, meaşên baş, perwerdeyeke baş ji bo zarokên xwe, paşerojeke baş, ku bikaribin bi ewlehî li kolanan bigerin, divê hişmendî û xebat ferqê çêbike, nirxên malbatê girîng in. Ev armanca CDUyê, Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan e.
Ez bawer im gelek kes hene, çi ji eslê koçberan bin çi nebin ku van tiştan dixwazin û em dixwazin vê pêşkêşî wan bikin. Di siyaseta koçberiyê de, bo nimûne, ez piştî pevçûnên şeva sersalê çûm Sonnenalleya Berlîn-Neukollnê û min li wir hevdîtin bi gelek xwediyên kar û dikandar re kir, min serdana wan kir û bi wan re axivî ku wan paşzemîna koçberiyê heye û ew dibêjin, 'Birêz Spahn, em jî naxwazin ev xortên ciwan pirsgirêkan derxin, tundiyê bikin û dirûşmeyên dijî Cihûyan bilêv bikin.
Em jî vê naxwazin, wekî her kesî din, û ev xala sereke ye, ku em bi hev re yekîtiyê çêbikin.' Piraniya mezin, hemû ew kesên ku dibêjin em dixwazin bi awayekî birêkûpêk, aqilane û aştiyane bi hev re bijîn, li dijî wan kesên ku kaos, tundî û dijî-Cihûtiyê tînin nav welêt.
Rûdaw: Di pêşniyaryasaya we de, hûn dixwazin ku koçber li ser sînor rasterast bên dersînorkirin. Gelo ev ji aliyê qanûnî ve rewa ye û dikare were bicîhkirin?
Jens Spahn: Ev dikare were bicîhkirin. Polîsê federal ku sînorên me diparêze dibêje ku tenê fermanek hewce ye da ku bi awayekî qanûnî were bicîhkirin. Wekî nimûne, me di dema Pêşbaziyên Ewropayê de dît, me ev yek 6 hefteyan kir. Eger ev yek ji bo 6 hefteyan mimkin bû, ji bo salekê jî mimkin e. Bi taybetî ti welatekî cîhanê, di nav de Almanya jî, nikare were neçarkirin ku li ser kapasîteya xwe barê giran hilgire.
Em gihiştine sînorê herî dawî yê kapasîteya xwe. Em vê yekê di her dibistanekê de, di her kreşê de, di bazara xaniyan de, di qebûlkirina mirovan de dibînin. Yasaya Yekîtiya Ewropayê nikare me neçar bike ku em dev ji xwe berdin. Yasaya Yekîtiya Ewropayê bi xwe jî dibêje ku ewlehiya neteweyî û berjewendiyên neteweyî di rêza yekem de ne. Ji ber vê yekê, erê, em dikarin û em dê sînoran biparêzin.
Rûdaw: Partiya AfD dixwaze dengê xwe bide pêşniyaryasaya we, hin pisporên siyasî dibêjin dibe ku ev ziyanê bide we, hûn ji vê yekê natirsin?
Jens Spahn: Hûn dizanin, carinan di jiyanê de pêwîst e mirov zelal be û serî li taktîkan ned, lê tiştê rast bike. Kesekî tundrew ku destûra rûniştinê heye divê were dersînorkirin. Divê ew Almanyayê terk bike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin