Ji 80 kesayet û nivîskarên cîhanê banga Efrînê
.
Nêzî 80 kesayetî û nivîskarên cîhanê piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên komkujiya Cindirêsê yên di şeva Newrozê hatin kuştin, anîn ziman. Di daxuyaniyê de, ji Tirkiyê hatiye xwestin tawanbar bên sizadan, nişteciyên Efrînê bên parastin û rêveberiya herêmê ji bo xelkê wê bê radestkirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, ku kopiyek jê ji bo Rûdawê hatiye şandin, hejmarek rewşenbîr, lêkoler, nivîskar ji çend welatên ewropî, erebî, sûrî û Amerîkî piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên komkujiya Cindirêsê di şeva Newrozê de ragihandine.
Di daxuyaniyê de, wan ji Tirkiyê xwestin tawanbar bên sezadan, nişteciyên Efrînê bên parastin û rêveberiya herêmê ji bo xelkê wê bê radestkirin.
Li gor daxuyaniyê wan kesan herwiha ji Îtîlafa Opozisyona Sûrrî xwestin, daxwaza lêborîna aşkere bike ji ber beşdarbûn û piştevanîkirina dagîrkirina Efrînê.
Herwiha ji Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe kirine ku Efrînê têxin jêr parastina navdewletî.
Ji Qahîre, Kerîm Şefîq, Lêkolerê Misrî yê pispor di babetên Îslama Siyasî û Karûbarên Kêmîneyan li Rojhilata Navîn de, ku li ser daxuyaniyê îmze kiriye, ji Rûdawê re got, tawana ku li Cindirêsê hatiye kirin rêxistinkirî bûye.
Kerîm Şefîq got: “Bi rastî êrîşa bo ser 4 sivîlan li Cindirsê û kuştina wan tevan di şeva Cejna Newrozê de zihniyeta kuştinê, zihniyeteke hovane aşkere dike ku kiryarên xwe yên dijminane li dijî kurdan didomîne, ev jî tê wê wateyê ku siyaseteke rêxistinkirî û sîstematîk ji bo serkutkirin, jinavbirin û qirkirina nasnameya kurdî heye. Ez qet bawer nakin ku ev êrîş bo ser sivîlan di hilkefteke neteweyî de û di vê demê de bi sudfe hatiye kirin.”
Şefîq got jî ku Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wê dike rêze armancan li dijî Kurdan pêk tîne.
Kerîm Şefîq diyar kir: “Ev kiryara kuştinê li dijî kurdan nayê cudakirin ji tevahiya kiryarên ku li bakurê rojavayê Sûriyê tên kirin li ser destê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku Tirkiyê piştevaniya wê dike û armancên wê yên cor bi cor li herêmê. Ev armanc hatine belgekirin ji aliyê rêxistinên yasayî yên navneteweyî û xwecihî ve û risteyeke tewanan aşkere dikin yan jî ya rast dihetikîne ku bi guhertina demografîk destpê dike û digihêje qirkirina biqesd û derbiderkirina nişteciyên resen ên kurd ji malên wan.”
Yasmîn Mistefa, hevjîna Ferehedîn Osman û diya Mihemed Osman ku du qurbaniyên kumkujiya Cindirêsê bûn, bi rêya Rûdawê bang li hemû aliyan kir ku êdî vê sitemê ji ser xelkê Efrînê rakin.
Yasmîn Mistefa got: “Kes heta niha tiştek ji me re nekir. Te bi xêr e, qey kesekî heqanî li vê derê nema, qey dewleteke heqanî li vê dinê nema heta vê zilmê li ser me Kurdan hinekî kêmtir bike. Ne bese ku milletê Kurd evqas bang dike, dibeze. Ew bû 5 sal ku em bang dikin û em dibêjin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin