Ji Amedsporê protestoyeke watedar
Amedspor di yarîya ligel Kastamonusporê da, bi pankarta 'Zarok bêdeng bin jî bêdeng nemîne' derket stadyûmê û bûyerên destrêjiya ser zarokan protesto kir.
A+A-
Îro yekşemê, Tîma Amedsporê, di yarîya digel Kastamonusporê da, destê zarokan girt û bi pankarta 'Zarok bêdeng bin jî tu bêdeng nemîne' derkete qada yarîyê ya li Amedê û bi vî awayî bal kişand bûyerên dawîn a îstîsmara zarokan.
Alîgirên Amedsporê jî bi durûşmên wekî 'Bila zarok nemirin, werin yarîyan' û 'Bişikin destên dirêjî zarokan dibin' avêtin.
Herwiha, Amedspor û alîgirên wê, piştî destpêka yarîyê jî xulekek bêdeng man û bi bêdengîya bi xulekekê bûyerên destdirêjîya li dijî zarokan şermezar kir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin