Ji Amerîkayê derbarê vekişîna YPGê ji Minbicê de daxuyanî
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê nexşerêya têkilîdarî Minbicê ya duh Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe û yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî de daxuyaniyek da.
A+A-
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê di brîfîngeke çapemeniyê de piştrast kir ku vekişîna YPGê ji Minbicê û damezirandina birêveberiyeke ji gelê herêmê di nav nexşerêya Pompeo û Çavuşogluyî de cih digirin.
Rayedarî ji rojnamevanan re got, "li gorî lihevkirinê, kadroya YPGê ya tev li birêveberiyê dibe dê vekişe û biçe, di şûna wê de dê hinek kesên ji gelê herêmê werin ku herdu alî jî li ser wan li hev dikin."
Agahî tên…
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin