Ji ber şerê navbera du malbatan kesek hat kuştin!
Berdevkê rêveberiya polîsê Soranê amaje bi wê yekê dike ku li taxekî bajarê Soranê ji ber şerê du malbatan kesek hatiye kuştin.
A+A-
Berdevkê rêveberiya polîsê Soranê amaje bi wê yekê dike ku li taxekî bajarê Soranê ji ber şerê du malbatan kesek hatiye kuştin.
Berdevkê rêveberiya polîsê Soran Şemal Dêwarî ragehand: ‘’Îro 01.08.2019ê li taxa Bextiyarî ya bajarê Soranê şer di navbera du malbatan de pêkhat û di encamê de kesek hat kuştin, çend kesek jî birîndar bûn. Heta naha sedemê wî şerî nayê zanîn û lêkolîn berdewam e.’’
Hewaha got: ‘’Hejmara birîndarên wî şerî diyar nîne, çek di şer de bikar nehatiye, ew kesê jiyana xwe ji dest jî daye, ji ber bi dar û ber li wî dane jiyana xwe ji dest daye.’’
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin