Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 504 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin

Ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 504 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin

Şerê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK, zerareke zêde ya canî û maddî gihandiye Başûrê Kurdistanê, û jiber hebûna PKKê jî li ser erda Başûrê Kurdistanê, Tirkiyê di êrîşên xwe de berdewam e.

A+A-

 

Parlemantoya Kurdistanê çend komîte raspartin bo bidûvçûna zerarên şerê artêşa Tirkiyê û PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, komîteyan raporta xwe temam kir û derket ku Tirkiyê bi kûrahiya 15 kîlometreyan axa Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û zêdetirî 500 gund jî ji tirsa şer hatine valakirin.

Parlemantoya Kurdistanê di 29ê Hezîrana îsal de çend komîte bo bidûvçûna rewşa nvçeyên sînorî yên Hewlêrê, Duhokê û Silêmanî bo zanîna zerara bordûman û topbarana Tirkiyê û Îranê raspartin. Komîte çûn navçeyên cuda yên sînorê parêzgeha Hwlêrê, Silêmanî, Duhok, Helebce û Şingalê.

Di encama raporta komîteyan de derket, ku di dema wan operasyonên Tirkiyê li naverasta meha Hezîranê destpê kirine 504 gund hatine valakirin û di dema şerê 28 salên Tirkiyê û PKKê de jî 50 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Li gor raporta komîteyan, li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji 73 gundên ser sînor 55 gund hatine valakirin, bi dehan milyon dolar zerara şewitandina rez û baxan çêbû ye û 104 Gundên Soran û Sîdekan hatine valakirin.

Her li gor raportê, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, êrîşa Kunemasî bû sedema birîndarbûna 7 kesan û 25 milyon dînar zerara maddî hebû û zerara xizmetguzarî li ser elkterîkê û rêyan hebû.

Rapor amaje bi wê yekê jî dike, ku li parêzgeha Duhokê jî li qezaya Zaxo, Tirkiyê bi panahiya 40 kîlometre û kûrahiya 15 kîlometre sînor derbas kiriye, 666 Top û 70 mûşek arasteya gundan hatine kirin û di 28 salan de 50 kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Herwiha 18 Baregehên Tirkiyê li sînorê gundên Zaxo hatine danîn, 25 Gundên bajarokê Derkar hatine topbarankirin, 200 Cotkar nikarin vegerin navçeyên xwe, 13 gundên Batîfa hatine bordûmankirin û 27 gund hatine valakirin û bi giştî 400 malbat zerar dîtine

Her li Duhokê û li qezaya Amêdiyê, ji ber şerê navbera Tirkiyê û PKKê 198 gund ji 348 gundên qezayê hatine valakirin, 4 kesên sivîl şehîd bûne û 28 kes jî birîndar bûne, %80ê hundên bajarokê Çemankê hatine valakirin, 6 gundên bajarokê Kanî Masî û Berwarî Bala hatine valakirin, zêdetirî 2500 malbat derbider bûne. Herwiha  85 gund ji tevahiya 92 gundên Şêladizê hatine valakirin, 42 gund ji 56 gundên Dêrelokê û 24 gund ji 91 gundên Dînarte ya Akrê hatine valakirin,di 24 salan de 9 kuştî û 21 birîndar jî hene.

Zêdetirî du mehan dibe , hêzên Tirkiyê bi kûrahiya zêdetirî 15 kîlometreyan hatine nav axa Herêma Kurdistanê û jiber wan operasyonanan 6 kesên sivîl li sînorê parêzgeha Duhokê şehîd bûne û 5 gundên sînorê nahyeyên Batîfa û Derkar li sînorê Zaxo hatine valakirin û zerara maddî gihaye bi dehên weltiyên wan navçeyan.

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin