Ji ber stranên Kurdî hatibûn desterserkirin: Endamên Koma Hevrayê hatin berdan

Ji ber stranên Kurdî hatibûn desterserkirin: Endamên Koma Hevrayê hatin berdan

.

A+A-

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 3 endamên Koma Hevrayê yên ku ji ber stranên Kurdî hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Şaredariya Amedê ya DEM Partiyê li Meydana Şêx Seîd şahiyeke taybet li dar xist û gelek kom û hunermend beşdarî şahiyê bûn.

Yek ji wan jî Koma Hevrayê bû û endamên di şahiyê de stran gotin.

Îro jî endamên komê, ji bo piştevaniyê Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ziyaret kir.  

Endamên Komeleyê MED-DERê piştî ji komeleyê derketin, polîsan pêşiya wan girt û polîsan diyar kir ku derbarê wan de biryara desterserkirinê heye.

Ji endamên Koma Hevrayê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yusuf Keleş jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê endamên komê birin Birêvebiriya Polîsan a Bajêr.

Endamên Koma Hevrayê Zeynep piştî îfadedayînê hatin berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin