Ji bilî dewlet tune çare û derfet.
A+A-
Dest vala
berik vala
ji bê karûbarî
diğerim vikûvala
dixwazim bişixulim
lê bele çawa.
Pîşe;
pîşe tune
huner;
huner tüne
perwerdekirîjînînim ku
bikevim karekî bi diploma.
Çare...
çare...
ji bo jiyan çare
ji bo debar çare
çare bargirî
çare dercevanî
bi kurtasî;
çare barê giran
ew jî gorî min nîn e.
Lewra hem bê mecal im
hem bê taqet
ji bo debar çare derfet
ji bo derfet
pêwîst e ku hebe dewlet
pêwist e ku hebe dewlet
ji bilî dewlet tune çare û derfet.
Önceki ve Sonraki Yazılar