Ji bo bîranîna qurbaniyan ‘Sînemaya Amûdê’ ji nû ve tê çêkirin

Ji bo bîranîna qurbaniyan ‘Sînemaya Amûdê’ ji nû ve tê çêkirin

.

A+A-

Hate ragihandin ku ji bo bîranîna qurbaniyên sînemaya Amûdê ku 3yê Mijdara 1960î di encama şewatê de 283 zarok di şewatê de can dabûn, sînemayek tê çêkirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo bîranîna qûrbaniyên şewata 54 sal berê sînemayekê li navçeya Amûdê ava dike.

Hate zanîn ku wê sînemaya nû ya Amûdê bi rûberê 1,162 metre çargoşe ji aliyê şaredariya Amûdê ve bê avakirin ku xercê avakirina wê sînemeyê, zêdeyî 346 hezar dolaran e û biryare di nava şeş mehan de jî bi dawî bibe.

Hate diyarkirin ku ev yekem projeya Rêveberiya Xweser a li Amûdê ye ku tê cîbcîkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin