Ji bo bûyerên salên 90î cardin doz tê vekirin
.
Dadgeha îstînafê ya enqerê biryara ji nûvê darizandina hin gumanbarên kuştinên di salên 90î yên ku kiryarên wan nedîyar in da.
Di doza ku weke doza Sûsûrlûk û JITEMê tê zanîn de wezîrê karên navxwe yê wê demê Mehmet Agar, serokê daîreya tevgera taybet îbrahîm Şahîn,endamê hezâ ewlekarîyê ya taybet Korkût Eken û Mahmût Yildirimê ku bi navê Yeşîl tê zanîn ji weke gumanbarên 18 kuştinên kiryarên wan meçhûl in da dihatin darizandin û 13 Berfanbara 2019an de dahgeha cezayê giran ya enqerê biryara beretê dabû. Lê bi serlêdana beşek parêzerên dozê dadgeha îstînafê di 5 nîsana 2021î de biryara serbestberdanê hilweşand û gumanbarên dosyayê yê ji nûve werin darizandin.
Serokê berê yê Baroya Amedê û parêzerê dozê Mihemed Emîn Aktar dibêje “Dadgeha îstînafê li ser navê me teva yê ku serî lê dabû, biryara beraetê xirakir. Got biryara serbsetberdanê ne di cîh de ye. Divê hemû delîl carek din werin analîzkirin û li gor wî divê biryareke nû were dayîn. Pêwîstiya me bi îradeyek siyasî heye. Eger îradeyek siyasî xûya neke û raya giştî li vê dozê xwedî dernekeve, emcamek erênî zehmet xûya dike.”
Di dosyaya ku dadgeha îstînafê biryara ji nûve darizandinê dayê de 18 kuştî hene ku kujerên wan ne diyar in. Ednan Yildirim jî ji wan kuştîyan yeke ku bi salane malbata wî li pey doza wî ketine
Nîhat Yildirim biraziyê Ednan Yildirim got “Ez biraziyê Ednan Yildirim im. Ednan Yildirim, Savaş Bûldan û Hecî Karay di 3 Hezîrana 1994an de ji ber Çinar otêlê hatin revandin û birin alîyê Bolû Duzceyê li peravê çemê Melenê me cinazê wan dît. Piştî demek dirêj û têkoşînek mezin jî me tu tiştek bidest nexist. Lêbelê du sala 2010an de Ayhan Çarkin hinek tiştan got. Ewî got me van Mirovan kuştiye. Li ser wî yeke doz vebû. Di vê dosyayê de Ednan Yildirim, Savaş Bûldan, Hecî Karay, Behçet Canturk, Yûsûf Ekîncî, Medet Serhet, Fevzî Aslan tê de ne. Yên ku weke gumanbarên van kuştinan di dosyayê de tên darizandin jî Mehmet Agar e, Korkût Eken e, Îbrahîm Şahîn e, Ayhan Çarkin e.”
Serokê rêxistinek mafyayî Sedat Peker jî demeke li ser hesabên xwe yên torên civakî di derheqê salên 90î de hin îddîayan tîne ziman ev jî rê li ber niqaşên nû vedike partiyên opozîsyonê jî li hember giştî vê rewşê desthilatê sûçdar dibînin.
Serokbajarê Partiya DEVA yê Amedê got “Divê xisûsen kurd vê meselê di rojevê bigrin. Lewra ew tiştên ku Sedat Peker behs dike Sedat Peker re eleqeya wî nîn e. Ev mesele di ser muhatabên Sedat Peker re ne jî. Heke em vê meselê weke meseleyek di navbera Sedat Peker û Suleyman Soylû bibînin em ji rastîya meselê dûrkevin.”
Serokbajara partîya CHP ya Amedê Onul Ozel dibêje “Tu dadwerîyê tiştek kir? Na. Di van îtîrafên Sedat Peker de ez çeverê me ku gelek tiştên derên ronahîyê. Kuştinan karsazên Kurd, kuştina rojnameger Ûgûr Mûmcû jî dit ev de ez çeverê me ku yên werin zelal kirin.”
Partiyên opozîsyonê yên din jî, hukuknas jî biryara dahgeha îstînafê ya di derbarê kuştin, wendakirinên salên 90î de weke biryarek erênî dibînin û ji bo hemû dosyayên wan salan de xwestina lêpirsîn û lêkolînên ji nû ve dikin.
(Rûdaw)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin